Salvegera 20an a şehîdbûna Ferhad Sebrî li Qamişlo hat vejandin

Salvegera 20an a şehîdbûna Ferhad Sebrî li Qamişlo hat vejandin

Welat TV - Hewlêr

Malbata şehîd Ferhad Mihemed Sebrî duh salvegra 20an a şehîdbûna wî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê vejand.

Bi amedebûna nûnerên encûmenên xwecihî yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û kesayetiyên siyasî, rewşenbîrî û niştîmanî merasîmên vejandinê bi rê ve çûn.

Ji aliyê xwe ve, malbata şehîd spasiya beşdaran kir û tekez kir ku Ferhad ni bi tenê şehîdê malbatê ye lê şehîdê neteweya Kurd e.

Duh, 8ê Nîsana 2024an salvegera şehîdbûna Ferhad Mihemed Serbî, kurê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Piştî beşdarî di Raperîna 12 Adara 2004an de kir, ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hat girtin û di bin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Salane li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, salvegera şehîdbûna Ferhad Sebrî tê vejandin.

Ferhad Mihemed Serbî, di Raperîna 12 Adara 2004an de kir, weke bi hezaran ji ciwanên kurd ji aliyê rêjîma Esed ve hat girtin û di bin eşkenceyê de di 8ê Nîsana 2004an de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Biryar e îro malbata şehîd dê salvegera wî ya 20an vejîne.

Di 12 Adara sala 2004an gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê li dijî rêjîma Sûriyê raperîn dest pê kir, tê de bi sedan welatî şehîd bûn û bi hezaran hatin girtin û revandin.