Endamên HSD vedigerin herêmên xwe
Welat TV - Hewlêr
Endamên HSDê yên ji Kobaniyê ku li Cizîrê diman vegeriyan herêma xwe û yên ji Cizîrê jî vegeriyan herêma xwe.
Şeva bûrî karwanekî endamên HSDê ku yên ji Kobaniyê ji Cizîrê gihişt herêma xwe, her weha endamên HSDê yên ji Cizîrê ji Kobaniyê gihiştin herêma xwe.
Hevdemê gihiştina wan endaman bo Kobaniyê, gelek xelkê bajêr derketin kolanan ji bo naskirina çarenivîsa kesûkarên xwe, ku di şerûpevçûnên vê dawiyê yên di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de, bi sedan endamên HSDê wendan e, hin endaman jiyana xwe ji dest dane û hin jî girtî ne.
Piştî rêkeftina HSD û hikûmetê, xelk li benda bihevguhertina dîlan e, ku yek ji xalên rêkeftinê ye, da ku çarenivîsa zarokên xwe nas bikin.
Vegera endamên HSDê bo herêmên xwe jî dikeve di çarçoveya wê rêkeftinê de ku li gorî wê "3 lîwa ji HSDê li Cizîrê tên avakirin, çekên giran ji Kobaniyê tên derxistin û lîwayek ji hêzên bajêr tê avakirin ku dê bi ser ewlehiya navxwe ya Helebê ve be".