Encûmena Ewlehî: Divê Kurd tevlî hikûmeta Sûriyê bibin û derbider vegerin warê xwe
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî da zanîn ku divê HSD û hikûmeta Sûriyê pabendiyê bi rêkeftina xwe ya dawiyê bikin û tekez kir ku divê mafê Kurdan li Sûriyê parastî be.
Encûmena Ewlehiyê daxuyaniyek belav kir û tê de pêşwazî li rêkeftina di navbera HSD û Hikûmetê de kir.
Daxuyaniya Encûmena ewlehî da zanîn ku divê hemû alî pabendiyê bi wê rêkeftinê bikin da ku azarên sivîlan kêm bibin, û hewlên rûbirûbûna terorê ji nav neçin.
Encûmena Ewlehiyê her weha pêşwazî li mersûma jimare /13/ a serokatiya Sûriyê ya taybet bi Kurdan kir û got:
”Divê nûnerên Kurdan tevlî hikûmetê bibin û derbider vegerin cih û warên xwe”.
►Her weha bixwîne.. Macron: Beşdariya Kurdan di hikûmetê de bingeheke sereke ye ji bo aramiya Sûriyê
KurdistanKobanîQamişloEfrînHesekêDêrikSerê KaniyêGirê SpîGirkê LegêAmûdêDirbêsiyêÇil AxaTil temirTirbespiyêŞamHelebUN