Munchen.. Nêçîrvan Barzanî li gel Jonathan Powell û Newaf Selam civiya
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çaroçoveya beşdariyê di konfiransa Munchenê ya Ewlehiyê de li Elmanya hejmarek civîn encam dan.
Îro Înê, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel her yek ji serokwezîrê Libnanê Newaf Selam û şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Birîtanî Jonathan Nicholas Powell, civiya.
*Naveroka Civînan
Nêçîrvan Barzanî û Newaf Selam pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Libnanê û dawîn pêşhateyên siyasî û ewlehî li deverê gotûbêj kirin.
Herdu aliyan tekezî li ser bihêzkirina hevkariya hevbeş di warên cuda de kir. Her weha tekezî li ser giringiya parastina ewlehî û aramiyê li Rojhilata Navîn hate kirin.
Di civîna serokê Herêma Kurdistanê û şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Birîtanî de, dawîn pêşhateyên ewlehî û siyasî li Iraq û deverê û gefên terorê hatin behskirin.
Her weha herdu aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya hemahingiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Birîtaniya kir ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û parastina seqamgêriyê.
Jonathan Powell rola Herêma Kurdistanê di parastina aramî û seqamgêriyê de, bilind nirxand.
Di Konfiransa Munchenê de îsal rayedarên 120 welatan di nav de Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî beşdar in û kirîz û nakokiyên cîhanî tên gotûbêjkirin û ji îro ta 15 mehê berdewam dike.