El-Şeri’ di mersûmekê de Nûredîn Ehmed weke parêzgarê Hesekê destnîşan kir

El-Şeri’ di mersûmekê de Nûredîn Ehmed weke parêzgarê Hesekê destnîşan kir
El-Şeri’ di mersûmekê de Nûredîn Ehmed weke parêzgarê Hesekê destnîşan kir

Welat TV - Hewlêr

Nûredîn Ehmed îro Înê bi fermî weke parêzgarê Hesekê hate ragihandin.

Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' di mersûmekê de Nûredîn Ehmed weke Parêzgarê Hesekê destnîşan kir.

Roja 7ê mehê, Nûredîn Ehmed çû nava avahiya parêzgeha Hesekê û bi amadebûna şandeke wezareta navxwe ya Sûriyê dest bi kar kir.

Hikûmeta Sûriyê tu daxuyanî di vê derbarê de belav nekiribûn. Îro bi Mersûma El-Şeri' Nûredîn Ehmed bi fermî hate ragihandin.