Munchen.. Ebdî û El-Şeybanî li gel hejamrek endamên Kongiresê civiyan

Munchen.. Ebdî û El-Şeybanî li gel hejamrek endamên Kongiresê civiyan

Welat TV - Hewlêr

Fermandarê HSD, Mezlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed El-Şeybanî li gel hejamrek ji endamên Kongirêsa Emerîkî civiyan.

Îro 14ê Sibata 2026an, Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî, û Wezîrê derve yê Sûriyê Es’ed El-Şeybanî di çarçoveya beşdariyê de li konfiransa Munchin de li gel hejamrek endamên kongrêsa Emerîkî bi serokatiya Sînator Jeanne Shaheen, civiyan.

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de da zanîn , di civînê de pêşhateyên rewşa Sûriyê û deverê hatin gotûbêjkirin.

Her weha tekezî li ser giringiya parastina yekbûna Sûriyê, serwerî û selametiya xaka wê, û piştgiriya rêya siyasî ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê, hate kirin.