Ciwanek li Efrînê di goleke avê de xeniqî
Welat TV - Hewlêr
Li gundekî navçeya Cincirêsê ya Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ciwanekî Kurd di goleke avê de xeniqî û jiyana xwe ji dest da.
Îro 14ê Sibata 2026an, ciwanê 27 salî Hesen Ehmed Betal di goleke avê de ku ji ber barîna baranê çêbûye li gundê Miskê xeniqî û jiyana xwe ji dest da.
Malbatê ji Welat TV re got, Betal xwedan pêdiviyên taybet bû û avjenî nedizanî.
Ji aliyê xwe ve, Tîmên Berevanbiya Sivîl termê wî ji avê derxist û radestî malbatê kir.
*Baranê gol çêkirine
Li Rojavayê Kurdistanê bi giştî û li Efrînê bi taybetî îsal baraneke bihêz bariya, û ji ber barîna baranê, çem û kanî herikîne û geş bûne her weha asta ava çem û bendavan bilind û zêde bûye.
Li hejmarek gundên Efrînê golên avê di nav gund de çêbûnê, û metirsiyek li ser jiyana welatiyan çêkiriye, nexasim zarokan.