Marco Rubio: Divê rêkeftin di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de çêbibe

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Emerîka Marco Rubio da zanîn ku divê rêkeftin di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de çêbibe.

Marco Rubio di kongireke rojnamevanî de got ku serokê Emerîka Donald Trump xwestiye şer li Bakurê Rojhilatê Sûriyê raweste ji bo veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê û tevlîkirina hêzên Kurdî di nava hêzên hikûmetê de.

Rubio da zanîn jî ku divê rêkeftina di navbera desthilatên Sûriyê û Kurdan de were bicîkirin û ev yek ne asan e.

Marco Rubio got jî ku divê rêkeftin li gel Durzî, Bedewî, Elewî û hemû pêkhateyên Sûriyê çêbibin.

►Her weha bixwîne.. Naveroka civîna Mezlûm Ebdî û El-Şeybanî li gel wezîrê derve yê Emerîka