Wezareta Berevaniya Sûriyê: Hêzên artêşê bingeha Şedadê li Hesekê wergirt
Welat TV - Hewlêr
Hêzên hikûmeta Sûriyê li bingeha Şedadê li gendewarê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê cih girtin.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku hêzên artêşa Sûriyê bingeha Şedadê li gundewarê Hesekê piştî hemahingiyê li gel Emerîka wergirt.
Şeva bûrî jêderan dabû zanîn ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî xwe ji beşekî ji bingeha Şedadê vekişand û piştî wê jî hejmarek bingeh û tiştên di nava wan de li wê bingehê şewitandin.
Çarşema bûrî jî Fermandariya Navendî ya Emerîkî vekişana hêzên xwe ji bingeha Tenefê ragihand û got ku ew vekişîn rêxistinkirî ye di çarçoveya veguhestineke bi merc de ye.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê jî gotibû, bi hemahingî di navbera aliyên Sûrî û Emerîkî de, yekîneyên artêşa Sûriyê bingeha Tenef wergirt û dest bi ewlehkirina bingeh û derdora wê kir.