Dilovan Robarî: Diyar e ku kêmasiya Mezlûm Ebdî di ezmûna avahiya rêxistinî ya artêşên fermî de heye

Welat TV - Hewlêr

Fermandarê Pêşmergeyên Roj Dilovan Robarî bersiva daxuyaniya Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî dide.

Dilovan Robarî Fermandarê Pêşmergeyên Roj got, diyar e ku kêmasiya Mezlûm Ebdî di ezmûna avahiya rêxistinî ya artêşên fermî de heye, ji ber ku axaftina li ser tevlêbûna firqeyek rêxitinkirî bo lîwayek leşkerî, kêmasiyê di têgihiştina rêzbendiya leşkerî de nîşan dide.

Mezlûm Ebdî di bersiva pirseke Welat TV de got: bila Pêşmerge vegerin û tevlî 4 Lîwayên ku dê HSDê li Cizîr û Kobanî ava bike û tevlî artêşa Sûriyê bibin.  

Fermandarê HSDê gotibû jî: Vegera Pêşmergeyên Roj ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê pêwîst e. 

►Her weha bixwîne.. Mezlûm Ebdî bo Welat TV: Rêgirî tune ye ku Pêşmergeyên Roj vegerin