Hêzên Israîlê 3 kes li Quneytirayê girtin

Hêzên Israîlê 3 kes li Quneytirayê girtin

Welat TV - Hewlêr

Îro 15ê Sibata 2026an, Hêzên Israîlê 3 kes li gundewarê başûrê Quneytirayê girtin.

Jêderên xwecihî da zanîn ku Hêzên Israîlê 3 kes ji gundê Berîqê li Başûrê Quneytirayê giritn û berev xala xwe li Til Ehmer ê Rojavayî birin.

Li gorî jêderan ew hersê kes dema ku pezê xwe diçêrandin hatin girtin.

Ji destpêka salê ve tevgera hêzên Israîlê li başûrê Sûriyê ranewestiyaye, hilmetên pişkinînê encam dide û gelek kes girtine.