1000 malbatên Efrînê ji Cizîrê vedigerin cih û warên xwe

1000 malbatên Efrînê ji Cizîrê vedigerin cih û warên xwe
Zarokên Efrînê li Amûdê

Welat TV - Hewlêr

Du karwanên derbideran ên Efrînê ku li deverên Cizîra Rojavayê Kurdistanê dimînin, vedigerin cih û warên xwe.

Mafnas Ibrahîm Şêxo di daxuyaniyekê de da zanîn ku karwanê yekem ji 400 malbatî pêk tê û yê duyem jî ji 600 malbatî pêk tê, û biryar e di rojên bê de karwanê yekem bi rê bikeve.

Şêxo diyar kir ku ev proseya vegerê dikeve di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê ya di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de.

Di encama şerûpevçûnên vê dawiyê yên di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSD de bi hezaran malbat derbiderî deverên Cizîrê bûn ku piraniya wan xelkê Efrînê ne, yên ku li Reqa û Tebqayê bûn.