Marco Rubio nehênî û hûrgiliyan eşkere dike

Marco Rubio nehênî û hûrgiliyan eşkere dike

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Emerîka stratejiya Emerîka ya nû li Sûriyê eşkere kir û behsa hûrgiliyên pêwendiyên Trump li gel El-Şeri’ derbarê şerûpevçûnên di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê û rêkeftinê de kir.

Marco Rubio di kongireke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Serokwezîrên Silovakiya got, du bijarde li pêş Emerîka derbarê Sûriyê hebûn, ya yekemîn rêpêdan ku Sûriyê bibe 18 beşên cuda û ev yek dê bûba sedema şerekî navxweyî yê dirêj, nearamî û pêlên koçberiyê yên zêde. Her weha Sûriyê dê bûba qadek bo terorîstên DAIŞê, û xweşkirina rê jî li pêş Îranê ku careke din vegere.

*Bijardeya duyemîn

Rubio got jî, bijardeya duyemîn hewla piştgiriya desthilata Sûriyê ya demkî û Ehmed El-Şeri’ bû, û me ev bijarde hilbijart ji bo piştgiriya aramiyê.

*Naveroka telefonê

Wezîrê Derve yê Emerîka diyar kir, dema ku girjiyan li Bakurê Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, Serokê Emerîka Donald Trump du caran telefona Serokê Sûriyê kir, û jê re got şer rawestîne da ku bikaribin girtiyên DAIŞê ji wê deverê veguhêzin. Bi saya wan hewlan bi hezaran girtiyên DAIŞê bo Iraqê hatin veguhestin û rê li pêşiya reva wan û gefê li pêşerojê hate girtin.

Wezîrê Derve yê Emerîka da zanîn ku, rawestandina şer, dem da wan da ku kar li ser rêkeftina tevlîbûna Kurdan were kirin, û niha divê ev rêkeftin were bicîkirin, lê ev yek dê neasan be.

*"Civîneke Dîrokî ye"

Marco Rubio her weha behsa civîna xwe li gel Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî û Wezîrê Derve Es'ed El-Şeybanî li Munchenê kir, û weke civîneke dîrokî bi nav kir.

Li aliyekî din Wezîrê Emerîkî diyar kir rêkeftinek din divê li gel Durzî, Bedewî û Elewiyan, û tevaya pêkhateyê Sûriyê werin kirin.