Mezlûm Ebdî: Nêçîrvan Barzanî bi berdewamî piştgiriya gelê me li Rojavayê Kurdistanê kiriye
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û got bi berdewamî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Mezlûm Ebdî di daxuyaniyekê de li ser platforma Xê got, "Hevdîtina li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munchenê cihê kêfxweşiyeke mezin bû. Kak Nêçîrvan her bi berdewamî piştgiriya gelê me li Rojavayê Kurdistanê kiriye".
Fermandarê HSD tekez kir, "Rola Serokê Herêma Kurdistanê di pêşxistina diyalogê, kêmkirina girjiyan û pêkanîna aramiyê de, cihê spasî û rêzdariyê ye".
Di dawiyê de Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî got, "Ev pêvajo ji bo gelê Kurd destpêka qonaxeke nû ya yekîtî û çareseriya siyasî ye".
*Her weha bixwîne.. Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî li Munchenê