Dorpêça li ser Kobaniyê berdewam e û rewşa mirovî xerab e

Dorpêça li ser Kobaniyê berdewam e û rewşa mirovî xerab e

Welat TV - Hewlêr

Dorpêça li ser herêma Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam e, û rewşa mirovî li bajêr xerab e.

Jêderên mirovî û mafnas tekez dikin ku, Rewşa mirovî li Kobaniyê xerab e û gelek pêdiviyên jiyanê nayên bidestxistin, av hatiye birîn û elektirîk kêm tê.

Jêder didin zanîn, Tevî rêkeftina di navbera HSDê û Hikûmeta Sûriyê ya veguhêz de lê hîn jî tu guhertin li Kobaniyê çênebûne û rê ji bo derbaskirina alîkariyan girtî ye.

Mafnas diyar dikin, alîkariyên ku hin aliyên navdewletî derbas dikin kêm in, û têra bi deh hezaran derbider û nişticiyên bajarê Kobaniyê nakin.

Çalakvan û xelkê Kobaniyê dibêjin eger alîkarî derbas nebin û dorpêç neyê rakirin metirsî ji çêbûna karesateke mirovî heye.