Xêrxwaziya Barzanî alîkarî pêşkêşî malbatên ji Qamişlo vegeriyayî Efrînê dike
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî pêşkêşî hejmareke malbatên vegeriyayî Efrînê kir.
Nivîsgeha Efrînê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hemahengî li gel rêxistina LDS a Emerîkî alîkarî pêşkêşî 5 malbatên ku ji Qamişlo vegeriyane Efrînê kir.
Li gorî dezgehê, Alîkarî, kelûpelên tendirustî, xwarin, û kelûpelên nav malan li xwe digirin.
*410 barhilgir
Li Cizîrê jî, Xêrxwaziya Barzanî di pêşkêşkirina alîkariyan de bo derbideran berdewam e.
Dezgehê di dawîn raportên xwe de ragihand ku hejmara karwanên wê yên alîkariyan gihiştiye 410 barhilgiran ku 25 hezar û 829 malbat jê sûdmend bûne, her weha 360 hezar û 245 ltir mazot bo derbideran hatiye dabeşkirin.