Otombîlek li Siwêdayê teqiya: "2 kes mirin"

Otombîlek li Siwêdayê teqiya:

Welat TV - Hewlêr

Îro 16ê Sibata 2026an, otombîlek li parêzgeha Siwêdayê teqiya di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest da.

jêderên xwecihî ji parêzgehê da zanîn ku, otombîl li bajarê Qureya li başûrê Siwêdayê teqiya, di encama wê teqînê de ajokarê otombîlê û kesekî din ku nûciwan e jiyana xwe ji dest da.

Li gorî jêderan, xwediyê otombîlê hin bombe bi xwe re hilgirtinbûn û dema dixwest wan ji otombîlê derxe pê de teqiyan.