Efrîn.. BCF alîkarî li ser 40 kesî bitemen dabeş kirin
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî li ser bi dehan kesên bitemen li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dabeş kirin.
Xêrxwaziya Barzanî li ser rûpela xwe di tora civakî ”Facebook” de ragihand, di çarçoveya pirojeyên meha Rojiyê de, 7ê Nîsanê dezgehê alîkarî li ser 40 kesî bitemen li Efrîn û derdora wê dabeş kirin.
Her weha BCFê cil û bergên cejna Remezanê li ser 75 zarokan li Efrînê dabeş kiribûn.
Piştî erdheja 6ê Sibata 2023yan ku li deverine Sûriyê û Turkiyê, her weha Bakur û Rojavayê Kurdistanê rû dabû, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekemîn dezgeh bû karîbû di 10ê mehê de derbasî Efrînê û navçeya wê bibe.
Di 19ê heman mehê de bi fermî nivîsgeha xwe li Efrînê vekir, di 4ê Hizêranê de jî navendeke çand û geşepêdanê vekir, ta niha bi çalakiyên cur bi cur radibe û alîkariyan pêkêşî ziyandîtiyên erdhejê dike.