Serok Barzanî: Rola Yekîtiya Xwendekar û Ciwanan di şoreşan de mezin bû

Serok Barzanî: Rola Yekîtiya Xwendekar û Ciwanan di şoreşan de mezin bû

Welat TV - Hewlêr 

Serok Mesûd Barzanî di bîranîna 73 saliya Damezrandina Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokratên Kurdistanê de peyamek belav kir.

Serok Barzanî got, Bi vê bûneyê ez pîrozbahiyên germ li sekreter, endamên sekreteriyetê û hemû ciwan û xwendekarên Kurdistanê yên delal dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wan re dixwazim.

Serok Barzanî diyar kir, Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokratên Kurdistanê di Şoreşa Îlûn û Gulanê, Serhildanê û qonaxên din de bûye cihê perwerdekirina têkoşer û welatparêzan û kadroyên jêhatî, her weha rola wê di piştgirîkirina Pêşmerge û têkoşîna Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de bi bêhempa lîstiye û qurbanî dane.

*Erkê xwendekar û ciwanan

Serok Barzanî got jî, Erkê rêxistina xwendekar û ciwanan e ku di hemû rewş û qonaxan de pabendî nirxên bilind ên rêbaza Kurdayetiyê bin û bi rêya belavkirina hişyariya neteweyî û bawerî bi xwebûna neteweyî di nava civakê de, xizmeta armancên bilind ên gelê Kurdistanê bikin.

Di dawiya peyamê de Serok Mesûd Barzanî got, Her serkeftî bin û di xêr û xweşiyê de bimînin.