Australia: Ji kesên vegeriyayî ji Kampa Roj me tenê yek red kiriye

Australia: Ji kesên vegeriyayî ji Kampa Roj me tenê yek red kiriye

Welat TV - Hewlêr

Ji nava 34 kesan, Australia vegera welatiyekî xwe ji kampa Roj a taybet bi malbatên DAIŞa terorîst red dike.

Piştî amadekariyan ji bo vegerandina hejmarek welatiyên Austral ku li Kampa Roj a li gundewarê Dêrikê dimînin, Wezîrê Karûbarên navxwe yê wî welatî di daxuyaniyekê de got, dezgehên ewlehiyê fermana dûrxistinê di dermafê kesekî tenê de di nava wê grûpê de, derxistiye.

Li gorî yasayeke Australia ku sala 2019an derxist, Welatiyên ku temenê wan zêdeyî 14 salan be û guman li cem Hikûmetê hebe ku metirsîdar e, vegera wî ta nêzîkî 2 salan tê qedexekirin.

*34 kes in

Roja Duşemê 34 kes ji regeznameya Australia, ji kampa Roj ber bi Şamê ve hatin birin lê prose neçû serî û careke din bo kampê hatin vegerandin.