Zarokek ket bîrekê li Tebqayê

Welat TV - Hewlêr

Zarokek li nêzîkî bajarê Tebqayê ket bîrekê û hewl tên dan ji bo rizgarkirina wî.

Îro zarokek li devera Iskenderiyê li nêzîkî Tebqayê kete bîrekê û tîmên Berevaniya Sivîl hewl didin wî rizgar bikin.

Berevaniya Sivîl da zanîn ku tîmên wê oksecînê ber didin bîrê û têkliyê bi wî zarok re dikin û zarok besivê dide.

Li gorî, Berevaniya Sivî ew bîr bi kûrahiya 35 metran e.

Her dem û demekê bûyerên bi vî rengî li Sûriyê çêdibin, di encamê de piraniya caran zarok dibin qurbanî.