Erdogan: "Em bi gavên tevlîbûna HSD di nava hikûmetê de kêfxweş in"
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan li ser gavên tevlîbûna HSD di nava Hikûmeta Sûriyê de axivî û got: Em kêfxweş in.
Îro 18ê Sibata 2026an, Erdogan di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re dema ku ji Esyûbiya vedigeriya got, "Em bi dîtina gavên ku li Sûriyê hatî standin ji bo tevlîkirina HSD di nava dezgehên hikûmetê de kêfxweş in".
Serokê Turkiyê got jî, "Enqera gavên tevlîbûna HSD ji nêzîk ve dişopîne û rênimayan derbarê bicîkirina rêkeftinê pêşkêş dike".
Heftiya bûrî Serokê Turkiyê gotibû "Ew dixwazin Sûriyê aram û seqamgîr be, û divê hemû alî şaşîtiyên berê venegerînin".
Erdogan her weha gotibû, "Divê niha samanên Sûriyê ji bo avakirina wê werin bikaranîn, da ku rewşa hemû pêkhateyên wê baştir bibe".