Emerîka: Rola serok Barzanî cihê rêz û pêzanînê ye
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî li gel karbirêkerê balyozxaneya Emerîka li Iraqê civiya û rewşa siyasî li Sûriyê , Iraq û deverê gotûbêj kir.
Baregeha Barzanî ragihand, Îro 18ê Sibata 2026an li Pîrmamê Serok Barzanî û Cushwa Haris karbirêkerê balyozxaneya Emerîka li Iraqê civiyan.
*Rola Serok Barzanî
Cushwa Haris got ku welatê wî bi rêz û pêzanîn li rola Serok Barzanî di proseya siyasî de li Iraqê ji 2003an ve û ta niha, dinêre, her weha tekez kir ku pêwîst e Iraq xwedî biryar be, û berjewendiyên xwe deyne pêş, da ku Emerîka bikaribe pêwendiyên xwe li gel Iraqê bihêz bike.
*"Xwazyarê serweriya destûr û yasayê ne"
Serok Barzanî tekez kir ku ew her dem xwazyarê pêkanîna serweriya destûr û yasayê li Iraqê ne. Her weha tekezî li ser giringiya bidawîkirina serederiya nedadmend li gel miletê Kurdistanê di budce û doseyên din de kir.
Serok Barzanî amaje kir ku pêwîst e Iraq xwedana biryara xwe be, û pêwendiyên hevseng li gel welatên cîran ava bike.
Baregeha Barzanî diyar kir, Piroseya siyasî li Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû.