Hikûmeta Sûriyê biryara girtina bofêyan di Remezanê de da

Hikûmeta Sûriyê biryara girtina bofêyan di Remezanê de da

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Sûriyê biryara girtina bofêyan di meha Remezanê de da.

Îro Wezîrê Dadê Muzher El-Weys di biryarekê de bi bûneya hatina meha Remezanê girtina bofêyan ragihand û diyar kir ku kesên weberhêner di wan bofêyan de, kirê di vê mehê de nadin.

Li gorî biryarê, eger li navnedekê cihê bofê, wênegirtin û firotina pirtûkan hebe, bi tenê bofê tê girtin û kesê weberhêner nîvê kirê di vê mehê de dide.

Vê biryarê gelek karvedan li ser torên civakî pey xwe hiştin, hin kes nerazî ne û dibêjin ku ev yek li dijî ragihandina destûrî ye û hin kesên din jî dibêjin ku ev biryar rêzgirtinê ji meha Remezanê re.