Birayê malbata revandî: 35 hezar dolar ji me dixwazin

Welat TV - Hewlêr

Malbateke ji Kobaniyê li gundewarê Himsê ji 12ê Sibatê ve hatiye revandin, grûpa ku ew revandine daxwaza pereyan dike.

Mihemed Hebeş birayê Ebdula Hebeş îro 18ê Sibata 2026an, ji Welat TV re got, Ebdula li gel hevjîn û 5 zarokên wan li bajarê Til Kelex ê Himsê hatine revandin.

Mihemed Hebeş da zanîn, Ebdula ji Kobanî diçû Himsê û ji wir xwestiye biçe Libnanê da ku berê xwe bide Ewropa, lê kesên ku jê re gotine dê wan derbasî Libnanê bikin, li Til Kelexê ew revandine. 

Hebeş got jî, kesên Ebdula û malbata wî revandine li hember berdana wan daxwaza 35 hezar dolarên Emerîkî dikin. 

Hebeş diyar jî kir ku Ebdula û malbata wî tên eşkencekirin û givaş li wan tê kirin da ku pere ji bo wan bên şandin.

*Hikûmet bêdeng e

Heta niha hikûmeta Sûriyê û tu aliyekî peywendîdar li Himsê tu daxuyanî di derbarê wê malbatê de nedaye.

Mihemed Hebeş bang li hemû aliyan kir ku kar li ser serbestberdana wan bikin.