El-Şeri´ lêbûrîneke giştî derbarê tawanan li Sûriyê derxist
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ îro lêbûrîneke giştî derbarê tawanan li Sûriyê derxist.
Li gorî mersûma jimare /39/ a sala 2026an ku Ehmed El-Şeri´ duh îmze kiriye:
*sizaya zindanîkirina hetahetayî dibe 20 sal.
*Kesê ku bi nxweşiyeke giran ketibe û çareseriya wê nexweşiyê tune be û yê ku temenê wî bûye 70 sal ji sizaya hetahetayî yan ya demkî tê bûrandin.
*Hemû sizayên girêdayî yasayên rûbirûbûna qaçaxî, bikaranîna çekan û madeyên hişbir û rêkxistina guhertina û veguhestina pereyan, tên rakirin.