Zarokê ku li Tebqayê ketibû di bîrekê de hate rizgarkirin
Welat TV - Hewlêr
Zarokê ku li bajarê Tebqayê ketibû bîrekê duh 18ê Sibata 2026an, bi şevê, hate derxistin û rizgarkirin.
Berevaniya Sivîl a Sûrî da zanîn ku tîmên wê, piştî 6 demjimêran ji berdewamiya proseya rizgarkirinê, karîn zarokê bi navê Ebdilrezaq Silêman ku temenê wî 3 sal û nîv e, ji bîrê rizgar bikin.
Berevaniyê got ku kûrahiya wê bîrê 30 metr e û ferehiya wê 35 sentîmetr in.
Berevaniya Sivîl a Sûrî diyar kir, piştî rizgarkirinê zarok bo nexweşxaneyê hate veguhestin û rewşa wî ya tendirustî cîgîr e û di bin çavdêriyê de ye.