Middle East Eye: Si´ûdiyê dixwaze kablên Fayber Optîk bi rêya Sûriyê derbasî Yonanê bike
Welat TV - Hewlêr
Malpera Middle East Eye ragihand ku Si´ûdiyê hewl dide Fayber Optîk bi rêya Sûriyê li cihê Israîlê derbasî Yonanê bike.
Middle East Eye di raportekê de got ku Si´ûdiyê dixwaze Sûriyê bibe şûngirê Israîlê ji bo derbaskirina kablên Fayber Optîk bo Yonanê.
Malperê da zanîn jî ku rijdbûna Si´ûdiyê li ser vê yekê guhertinekê di hevkêşa herêmî de diyar dike.
Her li gorî malperê, Si´ûdiyê hewl dide rola Şamê li ser asta herêmî zêde bike û peywendiyên rasterast bi Israîlê re kêm bike.
Roleke giring a kablên Fayber Optîk di veguhestina datayan di demeke kurt de heye, sala 2022yan Si´diyê û Yonanê pirojeya bi navê “Rêya Datayan ji Rojhilatê bo Deryaya Spî” di vê derbarê de ragihand.