ENKS: Bangê li hikûmeta Sûriyê û aliyên din dikin ku dorpêça ser Kobaniyê rakin
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî banga rakirina dorpêça ser Kobaniyê kir û tekezî li ser giringiya karê hevbeş li gel hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz kir ji bo çareserkirina doza Kurdî.
ENKS ev yek 18ê mehê di civînekê derbarê dawîn pêşhatên siyasî de gotûbêj kir û di daxuyaniyekê de civînên şanda encûmenê bi Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ û Wezîrê Derve Es´ed El-Şeybanî re bilind nirxandin, û diyar kir ku di wan civînan de tekezî li ser giringiya gerentîkirina mafên netewî yên Kurdan di destûra Sûriyê de hatiye kirin.
Daxuyaniyê tekezî li ser giringiya karê hevbeş li gel hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz kir ji bo çareserkirina doza Kurdî û hemû dozên niştîmanî bi awayekî giştgir.
Her weha ENKS rola dîrokî ya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê bi serokatî, hikûmet û gelê xwe di piştgiriya gelê Kurd de li Sûriyê li ser astên siyasî û mirovî bilind nirxand.
Encûmenê rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistinên mirovî yên din jî di alîkariya derbider û ziyandîtiyan de bilind nirxand.
Civîna ENKS tekezî li ser giringiya hemahingî û hevkariyê di navbera hêzên Kurdî de li gorî lihevtêgihiştinên konfiransa 26ê Nîsanê kir.
ENKS diyar kir ku divê PYD li siyasetên xwe yên qonaxên berê vegere û şaşiyan çareser bike weke leşkerkirina zarokan, sepandina bacan û şaşiyên din.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji hikûmeta Sûriyê û aliyên din xwest ku dorpêça ser Kobaniyê rakin û alîkariyê pêşkêşî xelkê bajêr bikin.