Jêder: Hikûmet û "Zêrevanên Niştîmanî" danûstandinan dikin ji bo pevguhertina girtiyan li Siwêdayê

Jêder: Hikûmet û
Jêder: Hikûmet û "Zêrevanên Niştîmanî" danûstandinan dikin ji bo pevguhertina girtiyan li Siwêdayê

Welat TV - Hewlêr

Jêdereke fermî ya Sûrî eşkere kir ku pêvajoyeke siyasî ya nû di navbera Siwêda û Hikûmeta Sûriyê de, dest pê kiriye.

Rojnameya "El-Şeriq El-Ewset" li ser zarê rêveberê peywendiyên ragihandinê li parêzgeha Siwdayê Quteyba Ezam veguhestiye ku danûstandin niha di navbera Hikûmeta Sûriyê û hêzên Zêrevanên Niştîmanî yên Durzî de bi rê ve diçin:

"ji bo Pevguhertina girtiyan û serbestberdana sivîlên ji xelkê Siwêdayê yên li cem Hikûmetê".

Ezam da zanîn jî ku danûstandin bi navbênkariya Emerîka bi rê ve diçin.

Her weha got ku çareserkirina doseya girtî û revandiyan dê yekem gavên bicîkirina cidî ya nexşerêya çareseriya siyasî be li Siwêdayê.