El-Şeri’ li gel şandekê ji parêzgeha Hesekê civiya
Welat TV - Hewlêr
El-Şeri' li gel şandekê ji parêzgeha Hesekê civiya û dawîn pêşhate gotûbêj kirin.
Rêveberiya Ragihandina Hesekê da zanîn ku serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' û bi amadebûna wezîrê derve Es'ed El-Şeybanî li gel şandekê ji parêzgeha Hesekê civiya.
Şand bi serokatiya Ebas Hisên rêveberê karûbarên siyasî li Hesekê bû.
Di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û xizmetguzariyê li parêzgehê hate gotûbêjkirin.
Her weha tekezî li ser giringiya karê hevbeş di navbera hemû çalakiyan de hate kirin, ji bo dîtina çareseriyên berdewam û başkirina rewşa jiyanê û peydakirina aramiyê li Hesekê.