El-Şeybanî û cîgirê nûnerê taybet yê UN rewşa mirovî li Sûriyê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî û cîgirê nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî rewşa mirovî li Sûriyê gotûbêj kir.
El-Şeybanî îro li Şamê li gel Claudio Cordone cîgirê nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî, civiya.
Li gorî daxuyaniyekê ji Wezareta Derve ya Sûriyê, herdu aliyan di civînê de pêşhateyên rewşa mirovî li Sûriyê gotûbêj kir.
Her weha rêyên bihêzkirina hevkarî û hemahingiyê di navbera Hikûmeta Sûriyê û Netewên Yekbûyî di tevaya waran de, hatin gotûbêjkirin.