Şandeke hevbeş ji asayîş û ewlehiya navxwe serdana Efrînê kir

Şandeke hevbeş ji asayîş û ewlehiya navxwe serdana Efrînê kir

Welat TV - Hewlêr

 Îro 22yê Sibata 2026an, şandeke hevbeş ji asayîş û ewlehiya navxwe ya Hesekê serdana bajarê Efrînê kir.

Li gorî jêderên nêzîkî HSD, serdan ji bo hemahengiya vegera derbider û koçberkiriyên Efrînê bo malên wan e.

Şand ji Merwan Elî fermandarê ewlehiya navxwe li Hesekê û fermandar di asayşê de Siyamend Efrîn pê dihat û li gel Mihemed Ebdulxenî fermandarê ewlehiya navxwe li Helebê civiyan.