Endamekî artêşa Sûriyê li derdora Girê Spî hate kuştin
Welat TV - Hewlêr
Kesine nenas endamekî artêşa Sûriyê li derdora Girê Spî kuşt.
Medyaya Fermî ya Sûriyê da zanîn ku kesine nenans, endamekî artêşa Sûriyê li derdora bajarê Girê Spî armanc kir û di encamê de hat kuştin.
Jêdereke ewlehiyê diyar kir ku kesine nenas rêbendeke ewlehiyê li Dêra Zorê gulebaran kir, û hêzên ewlehiya navxwe hilmeteke pişkinînê li devera Bisêra û derdora wê encam da.
*Kuştina 2 kesan li Reqayê
Roja Şemiyê Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê de gotibû, li gundê El-Wasta yê gundewarê Reqayê endamekî artêşa Sûriyê rastî êrîşekê hat û di encamê de hate kuştin û diyar kir ku sivîlek jî li gel hatiye kuştin.