Barrack pesna Serok Barzanî dide: Hişmediyeke bêhempa ji rêberekî efsane

Barrack pesna Serok Barzanî dide: Hişmediyeke bêhempa ji rêberekî efsane

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack li ser Serok Mesûd Barzanî nivîsand, Hişmediyeke bêhempa ji rêberekî efsane.

Piştî civîna li gel Serok Barzanî, Tom Barrack, nûçeya civîna li gel Serok Barzanî li ser tora "X" parve kir û got, Hişmediyeke bêhempa ji rêberekî efsane.

Civîn duh, bi amadebûna serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi rê ve çû, tê de Tom Barrack rola Serok Barzanî li rêgirî li berfirehbûna şer û tundûtûjiyê, û aramkirina rewşa dawiyê li Sûriyê, û gihiştin bi rêkeftinekê di navbera Şam û HSD de bilind nirxand.

Tom Barrack amaje bi wê da ku ji bo pirsgirkên Iraqê divê sûd li hişmendiya serok Barzanî were girtin, û tekez kir ku Emerîka xwazyarê wê yekê ye ku Iraq bibe xwedî serwerî û di wê çarçoveyê de hevpariya Emerîka li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê de hebe.

►Her weha bixwîne.. Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack