Mus´eb El-Elî: Karmendên li Bakurê Rojhilata Sûriyê tevlî Wezareta Tendirustiyê dibin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Tendirustiyê yê Sûriyê biryara tevlîkirina karmendên karta tendirustiyê yên li Bakurê Rojhilata Sûriyê di nava rêveberiyên tendirustiyê li parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêra Zorê de.
Îro Wezîrê Tendirustiyê Mus´eb El-Elî birayarek derxit ku rê dide karmendên berê yên karta tendirustiyê li Bakurê Rojhilata Sûriyê, tevlî rêveberiyên tendirustiyê li parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêra Zorê bibin.
Biryar rê dide rêveberên rêveberiyên tendirustiyê li hersê parêzgehan ku girêbestên pêwîst li gel wan karmandan bibestînin û navendên karê wan destnîşan bikin.
Biryarê diyar kir ku nexweşxane û navendên tendirustiyê yên li Bakurê Rohilatê Sûriyê dê bi ser Wezareta Tendirustiyê ve bin û ji aliyê rêveberiyên tendirustiyê ve li wê deverê bi rê ve biçin.