Mihemed Ismaîl: Serok Barzanî lêvegerê Kurdan e

Mihemed Ismaîl: Serok Barzanî lêvegerê Kurdan e

Welat TV - Hewlêr

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya di semînarekê de li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir û tekez kir ku diyalog takerê ye ji bo çareserkirina doza Kurdî.

Îro, 24ê Sibata 2026an, PDK-S semînareke cemawerî li Dêrikê li dar xist, tê de Mihemed Ismaîl behsa dawîn pêşhatên siyasî kir.

Di semînarê de, endam û alîgirên ENKS û PDK-Sê û şêniyên deverê beşdar bûn.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya Mihemed Ismaîl di semînarê de diyar kir ku bi rêya danûstandinan kar ji bo çespandina mafên Kurdan di destûra Sûriyê de dikin.

Mihemed Ismaîl diyar kir, diyalog takerê ye ji bo çareserkirina doza Kurdî, û divê her pirsgirêkek li ser maseya diyalogê were çareserkirin.

*Rola Serok Barzanî

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya behsa rola Serok Barzanî kir û tekez kir, Serok Barzanî her dem piştevanê gelê Kurd e, û ew yek çespand ku lêvegerê Kurdan e.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya tekezî li ser yekrêziya Kurdî kir û got strateciya me ye, û divê were parastin û bihêzkirin.