Avahiya Ewlehiya Navxwe li rojavayê Reqayê rastî êrîşekê hat

Avahiya Ewlehiya Navxwe li rojavayê Reqayê rastî êrîşekê hat

Welat TV - Hewlêr 

Avahiya Ewlehiya Navxwe li Rojavayê Reqayê rastî êrîşekê ji aliyê çekdarên nenas ve hat.

Li gorî medyaya fermî ya Sûriyê, çekdarên nenas êrîşî avahiya Ewlehiya Navxwe li navçeya Mensûra li rojavayê Reqayê kir, tu ziyanên canî nehatine tomarkirin û hêzên Ewlehiyê li deverê belav bûn û dûvçûna êrîşkeran kir.

Beriya wê jî Ewlehiya navxwe li Reqayê ragihandibû, piştî êrîşa DAIŞa terorîst li ser rêbendekê, ku di encamê de 4 endamên ewlehiyê hatine kuştin û hejmarek birîndar bûne, operasyoneke ewlehiyê hate encamdan.

*Berpirsê şaneyê tê kuşti

Li gorî Ewlehiya navxwe, di encama operasyonê de, berpirsê wê şaneya DAIŞê hate kuştin û 4 endamên din ên şaneyê hatin girtin.

Di rojên dawiyê de hejmarek êrîşên dijî endamên ewlehiya navxwe û artêşa Sûriyê ku DAIŞ wan li xwe digire, li herdu parêzgehên Reqa û Dêra Zorê hatine encamdan.