Komîtên çavdêriya yasayî yên hilbijartinan li Reqa û Tebqayê hatin destnîşankirin

Komîtên çavdêriya yasayî yên hilbijartinan li Reqa û Tebqayê hatin destnîşankirin

Welat TV - Hewlêr

Komîta Bilind a Hilbijartinên Encûmena Gel komîtên çavdêriya yasayî li Reqa û Tebqayê destnîşan kirin.

Komîta Bilind îro di biryarekê de, komîteke çavdêriya yasayî li bazneya hilbijartinan li Reqayê û yek li Tebqayê destnîşan kirin.

Her komîtek ji 3 endaman pêk tê û çavdêriya piroseya hilbijartinan li herdu bazneyan dikin.

Parêzgeha Reqayê 3 bazneyên hilbijatinan li xwe digire ew jî Reqa, Tebq û Girê Spî ne, ku nûnerên bazineya Girê Spî Cotmeha bûrî hatibûn hilbijartin û yên herdu bazneyên din jî mabûn, ku 17ê Sibatê komîtên şaxî li Reqa û Tebqayê hatin destnîşankirin.