Barrack: Bihevguhertina dîlan gaveke berev aramiyê
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê Emerîka bo Sûriyê pêşwazî li proseya bihevguhertina dîlan di navbera hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz û grûpên çekdar li Siwêdayê de kir.
Tom Barrack di daxuyaniyekê de li ser tora ”X” da zanîn ku bihevguhertina dîlan bi awayekî baş bi rê ve çû û ew weke gavekê berev aramiyê bi nav kir.
Şandiyê Emerîka bo Sûriyê got jî ku rola welatê wî di vê proseyê de hebû.
With the valued assistance of the @ICRC, 25 government fighters and 61 Druze fighters were exchanged yesterday in a smooth and orderly process. Families reunited. A step away from vengeance, and a step toward stability.
— Ambassador Tom Barrack (@USAMBTurkiye) February 27, 2026
The United States was honored to help facilitate this… https://t.co/oBzFpTUpQb
Duh bi beşdariya Xaça Sor a Navdewletî, 61 çekdarên Durzî li hember 25 endamên hêzên hikûmetê bi hev hatin guhertin.