MSD: Divê proseya bihevguhertina dîl û girtiyan li tevahiya Sûriyê bi rê ve biçe

MSD: Divê proseya bihevguhertina dîl û girtiyan li tevahiya Sûriyê bi rê ve biçe

Welat TV - Hewlêr

MSD pêşwazî li proseya bihevguhertina dîlan li Siwêdayê kir û banga proseyeke bi wî rengî li tevahiya deverên Sûriyê kir.

MSD ev yek îro di daxuyaniyekê de ragihand û diyar kir ku dibe bihevguhertina dîlan bibe gavek ji bo kêmkirina girjiyan û avakirina baweriyê.

Daxuyaniyê da zanîn ku divê proseya bihevguhertina dîl û girtiyan li tevahiya deverên Sûriyê bi rê ve biçe, bi taybetî di navbera HSD û hikûmeta veguhêz de li gorî mîkanîzmine zelal ku proseyê misoger bikin dûr ji bikaranîna siyasî.

MSD bang kir ku doseya dîl û girtiyan weke doseyeke niştîmanî ya bilez were pejrandin ji bo bihêzkirina aştiya civakî û destpêkirina qonaxeke nû ji hevpariya niştîmanî.