Fransa: Tu welatiyên me ji kampa Holê ne reviyane

Fransa: Tu welatiyên me ji kampa Holê ne reviyane
Fransa: Tu welatiyên me ji kampa Holê ne reviyane

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Derve ya Fransa da zanîn ku tu welatiyên wê ji kampa Holê ya li gundewarê Hesekê, nereviyane.

Berdevkê Wezareta Derve ya Fransa Pascal Confavreux di daxuyaniyekê de got ku Parîs bi dilgiranî pêşhateyên li kampa Holê çêbûyî, dişopîne.

Her weha diyar kir ku wezîrê derve yê Fransa Jean-Noel Barrot dema ku li Munchenê li gel hevşanê xwe yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî civiya, tirsa welatê xwe derbarê pêşhateyên Holê derbirand.

Pascal Confavreux got jî ku li gorî zanyariyên wî "tu welatiyên Frensî" ji kampa Holê nereviyane.

Roja Çarşemê berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyê Nûredîn El-Baba gotibû ku HSD bê hemahingî, xwe ji kampa Holê vekişandibû û ev yek bû sedema tevlîheviyeke ewlehiyê ya berfireh li kampê.

Ji aliyê xwe ve jî HSD ev daxuyanî red kir û got ku vekişana hêzên wê di 20ê Çileya bûrî de ji Kampa Holê bi sedema êrîşên leşkerî yên Hikûmetê bû.