Bandora şer li Sûriyê: 5 kuştî, ketina mûşekan û rawestandina geştên esmanî
Welat TV - Hewlêr
Mûşekeke Îranî li ser avahiyekê li Siwêdayê kete xwar û di encamê de, 5 kes hatin kuştin, û hejmareke din birîndar bûn.
Îro 28ê Sibata 2026an, mûşekeke Îranî li ser avahiyekê li devera Pîşesaziyê li bajarê Siwêdayê li Başûrê Sûriyê kete xwar û di encamê de 4 kes hatine kuştin û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.
Li aliyekî din, hêzên Israîlê li ser esmanê Der´ayê mûşekeke Îranî anî xwar her weha, paşmayên mûşekekê li gundê El-Heyran li başûrê gundewarê Quneytirayê kete xwar.
*Rawestandina geştên esmanî
Desteya Giştî ya balafirvaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku, geştên esmanî li esmanê Başûrê Sûriyê ji 12 nîvro û heta 12ê şev, hatin ragirtin.