Trump: Hin kesên baş ji bo birêvebirina Îranê hene
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka ragihand ku wan karînên mûşekî yên Îranê lawaz kirine û ew vekirî ye derbarê danûstandinan li gel kesên ji Rêjîma Îranê mayî.
Donald Trump ji rojnameya Politico ya Emerîkî re got ku Îran nêzîk e ji jidestdana hemû mûşekavêjên xwe û karînên wê yên mûşekî lawaz bûne.
Trump da zanîn jî ku ew vekirî ye derbarê danûstandinan li gel kesên ji Rêjîma Îranê mayî û hin kesên baş ji bo birêvebirina Îranê hene.
Donald Trump diyar kir ku bijardeyên wan berfireh in di şerê li dijî Îranê de û kompaniyên berevaniyê teqemeniya pêwîst bi awayekî bilez berhem tînin.
►Her weha bixwîne.. Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan tekeziyê li ser hemahengî û karê hevbeş dikin