Nêçîrvan Barzanî û Barrot pêşhateyên deverê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Barrot pêşhateyên deverê gotûbêj kirin
Nêçîrvan Barzanî û Barrot pêşhateyên deverê gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Fransa Jean-Noël Barrot pêşhateyên deverê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derengiya şeva bûrî, pêwendiyeke telefonê ji Barrot wergirt.

*Naveroka Pêwendiyê

Li gorî daxuyaniyekê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, wezîrê derve yê Fransayê tekezî li ser hevsozî û piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê beramberî êrîşên ku Herêma Kurdistanê armanc dikin, kir.

Herdu aliyan pêşhatên berdewam yên deverê û asoyên çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin, û li ser berdewamiya hemahengiya nêzîk a di navbera wan de ji bo parastina aramî û ewlehiyê, hevnerîn bûn.

Ji aliyê xwe ve jî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya berdewam a Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Her weha tekezî li ser girîngiya rola Fransa û civaka navdewletî di arambûna aloziyan û dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer de kir.

►Her weha bixwîne..  Nêçîrvan Barzanî û Macron bi telefonê axivîn