Sûriyê esmanê xwe bi awayekî beşkî vedike

Sûriyê esmanê xwe bi awayekî beşkî vedike
Sûriyê esmanê xwe bi awayekî beşkî vedike

Welat TV - Hewlêr

Desteya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê dubare vekirina qada esmanî bi awayekî beşkî ragihand.

Desteya Balafirvaniyê di daxuyaniyekê de got ku îro Çarşemê, korîdorên esmanî li beşê bakur ji esmanê Sûriyê berev Turkiyê bi awayekî beşkî vedibin, û balafirxaneya Helebê dubare dest bi kar dike.

Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê diyar kir ku korîdorên esmanî yên din û balafirxaneya Şamê dê girtî bimînin, ta agahdariyeke din.

Şemiya bûrî, Desteya Balafirvaniya Sivîl, bi sedema şerê Emerîka, Israîl û Îranê, girtina qada esmanî bi awayekî demkî ragihand.