Mûşekeke Îranê li derdora Qamişlo ket
Welat TV - Hewlêr
Mûşekeke Îranê li derdora bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kudistanê ket.
Îro Çarşemê, li gundê Qizilçê yê başûrê Qamişlo, mûşekeke Îranê di nana zeviyeke çandiniyê de ket.
Ew mûşek ji aliyê berevaniyên Emerîka û Israîlê ve hatiye xistin.
Li gorî dîmenên hatî belavkirin, mûşek di nava zeviyekê de ketiye û tu ziyan nehatine tomarkirin.
Ji destpêka şerê Emerîka Israîl û Îranê ve, ev yekemîn mûşek e ku li Cizîra Rojavayê Kurdistanê dikeve xwarê.