CENTCOM binavkirina 20 keştiyên Îranê ragihand
Welat TV - Hewlêr
Fermandariya Hêzên Navendî yên Emerîka CENTCOMê binavkirina 20 keştiyên Îranê ragihand.
Îro CENTCOMê di daxuyaniyekê de got ku hêzên wê 20 keştiyên rêjîma Îranê bin av kirine.
Fermandariya Hêzên Navendî yên Emerîka da zanîn ku hêzên wê şeva bûrî keştiyeke cengî ji curê Suleymanî tevî lîsteya keştiyên binavkirî kiriye.
Beriya daxuyaniya CENTCOMê, Wezîrê Cengê yê Emerîka Pete Hegseth ragihand ku di dema bê de ew ê êrîşên xwe li dijî Îranê zêdetir bikin.
Pete Hegseth got jî ku ew bi tenê dikarin rêveberiya vî şerî bikin û karînên Îranê bi berdewamiya êrîşên Emerîka re lawaz dibin.