Herêma Kurdistanê û Îmaratê tekeziyê li ser hemahingiyê ji bo çespandina aramiyê dikin

Herêma Kurdistanê û Îmaratê tekeziyê li ser hemahingiyê ji bo çespandina aramiyê dikin

Welat TV - Hewlêr

Mesrûr Barzanî û Ebdula Bin Zayid Al Niheyan pêşhate û girjiyên deverê gotûbêj kirin û tekezî li ser hemahingiya heveş kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdula Bin Zayid Al Niheyan îro bi telefonê axivîn.

Derbarê peywendiya telefonî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku rewşa giştî li Îmarat, Iraq û Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhat û girjiyên deverê hatin gotûbêjkirin.

Daxuyaniyê da zanîn ku herdu aliyan dilgiraniya xwe derbarê êrîş û zêdebûna tundî û girjiyan nîşan da.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her weha got ku tekezî li ser giringiya bihêzkirina hevkarî û hemahingiyê ji bo çespandina aştî û aramiya herêmî û kêmkirima girjî û dûrxistina metirsî û gefan hate kirin.