Serok Barzanî raperîna gelê Kurdistanê pîroz dike: Em ê Kurdistanê biparêzin

Serok Barzanî raperîna gelê Kurdistanê pîroz dike: Em ê Kurdistanê biparêzin

Welat TV - Hewlêr

Bi bûneya salvegera 35emîn a raperîna gelê Kurdistanê, Serok Barzanî peyamek belav kir û agihand, ew ê hemû hewlan bidin da ku Kurdistan bimîne parastî.

Serok Barzanî got, "Bi bûneya 35emîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên serberz ên şehîdan, pêşmergeyên Qehreman û xelkê Kurdistanê yê xweşewîst û hemû têkoşer û azadîxwazan dikim ku rola wan di pêkanîna vê destkeftê bo miletê me de hebû".

*"Namaya xweragirî û radestnekirinê ye"

Serok Barzanî got, "Raperîn berhem û dirêjahiya xebat û qurbanîdana dehên salan a cemawer û hêzên Kurdistanî yên xebatkar bû. Ev rûdana pir bi şanazî, bo kesê Kurdistanî di dema niha û pêşerojê de namaya xweragirî û radestnekirinê ye û wateyên rizgarbûn û viyana jiyana bi serberzî diçespîne".

Serok Barzanî got, "Di dema niha de devera me di rewşeke zor aloz û hestiyar re derbas dibe û hêvîdar in her kêşe û nakokiyek bi rêyên aştiyane çareser bibin".

Serok Barzanî got jî, "Em ê hemû hewlan bidin da ku Kurdistan dûr be ji şer û karesat û nexweşiyan û bimîne parastî û ewleh".